tînûm bû legeł mam pîrdawid danîştibûyn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  800 Dîtin

tînûm bû legeł mam pîrdawid danîştibûyn leber ewe řîşî sipî bû ḧezim nekird řastewřast biłêm awim bo bêne. witim bexwa mam pîrdawid řengibê aweke sard bê. wit: a. witim pyaw arezûy aw xwardinewe eka. witî: a. witim eger pyaw tînûy bê biřwanakem eger aw bixiwatewe sermay bibê. witî him. witim ca eger pyaw tînûy bû çê eka? witî aw exwatewe. êste û ewsa awî her bo nehênam, minîş witim eger bemcore be demyewe biřoyn ta êware lê nabînewe û wazim lê hêna.