le qisey kurdîye ełê carêk řêwîyek lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  646 Dîtin

le qisey kurdîye ełê:

carêk řêwîyek lew binareda tê epeřê, êstirêkî toř têrî xwardibû řakşabû, betewawî nustibû hîç cûłey ne’ekird, řêwyeke be piştya tê peřî, gułmey qingî derpeřîbû, řêwyeş lay wabû êstireke topîwe tema’î kirde qinge sûre derpeřîwekey. çemołeyîkî bo dirêj kird. her çemołey geyşte qingî êstir, êstir řaçenî û řapeřî û řast buwewe. çemołey řêwî le naw qingya gîrî xward û xoyşî be paşûy êstirewe dałe řoçke bû, îstir kewte cambaze bew deşteda.

le řêgeyda «çeqeł» êk çawî pêyan kewt, witî: «ha xêre mam řêwî wa xotit be paşkoy ew êstireda hełwasîwe? řengibê bexêr bo ḧec biçin». řêwî witî: «bexwa aẍa çît ’erz bikem, jyan û mirdinim bestirawe be tiřêkî em aẍemewe, bexêr ger em tiřêkî kend, ew wexte fîkirêkîş le ḧeceke ekeynewe».