pyawêk lew sere hebû bazirganêkî zil bû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 9 Xulek  1138 Dîtin

pyawêk lew sere hebû bazirganêkî zil bû, wîstî biçê bo tewrêz bo şitumekî bazirganî, kesî nebû jinêk nebê, şêxêkî be dînî le xwatirs hebû lew nawe nawbangî dîndaryekey ew wiłatey piř kirdibû, hesta çuwe lay û pêy wit qurban min bo tewrêz eçim, dinya hezar mirdin û jyanî le řêge daye, kîseyekî le berdema dana û pêy wit eme hezar qeřane. eger ta şeş mangî tir nehatmewe bîde be jinekem û pêy biłê gerdinim azad ka û emeş ḧeq û ḧiquqekeyetî. şêx kîsey lê wergirt û witî îşełła be bê mezeřetî egeřêytewe. kabra lêyda řoyşit.

zorî pê neçû jineke kewte tenganewe û naşzanê em pareye lay şêx heye, wirde wirde destîkird be firoştinî şitumekî nawmał, her şitêk hebû nebû firoştî û mêrdekey her nehatewe. řojêk taqe emûstîleyekî ełmasî mabû, day be karekerekey û pêy wit řołe biço emeş bifroşe. çend řojêkîş bemewe řa’ebwêrîn ta bełkû xwa dergaykiman lê bikatewe. kareker engusîley hełgirt û çû bo bazař, kitupiř lenaw bazař be berdukanî zeřingerekana tûşî bû be tûşî şêxewe, şêx geřanî em karekere bem engustîlewe tozê serincî řakêşa û lêy pirsî to kêyt? ewîş witî min kenîzekî jin fiłane tacirim û aẍam maweyekî zore be sefer řoyştuwe, êsta hîçman nemawe, tenha em engustîleye nebêt, aẍe jinim pêy witim biço bîfroşe ta emeş exoyn xwa gewreye. şêx henaseyekî hełkêşa û witî kiçim biço be aẍe jinit biłê ke aẍat hezar qeranî le lay min be emanet bo danawe.

kiçe le xoşya lewane bû peř derka. geřayewe û qisekanî be aẍe jinî wit, aẍe jinîş le xoşî em xebere şwênî be xoy ne’egirt, karekerekey nardewe bo lay şêx bo pareke, şêx, witî min em pareye her ebê bidem be destî xoyewe, çunke aẍe way pêy witum û natwanim lêy ladem. karekereke lewane bû bigeřêtewe şêx witî meřo minîş legełit dêm, ba ew be řûy sûrewe neyet bo êre. hełsa parey hełgirt û legeł kareker řoyşit. ke çûne jûrewe û çawî be jin kewt, cemał û cwanî jin hemû şitêkî le bîrî şêx birdewe û kewte qisekirdinî ẍeramî legeł jineda. jine serî şermî daxist û zor sersam ma, tîrî ’eşqî sat be sat le diłî şêxa karîgertir ebû. şêx zyatir hoşî lay xoy ne’ema. emca pêy wit ya şêx to ew pyawe nît ke nawbangî dîndarî û xwanasît em nawey piřkirduwe? êsta eme çi kirdeweyeke eyniwênî? şêx witî: gyanekem řûnakî řûmetî geşt hemû nûrêkî lê şardimewe, ew serdeme ke ’ibadetim ekird le cemalî to bêbeş bûm, êsta ke dergay řûnakî tom bo kirayewe îtir hîç řûnakayî û ’ibadetêkî tirim nawê. em kate ke legeł to dam, nwêj û řojûy her çil sałekem dênê.

jine ke emey bîst, witî heste biçore derewe hey destibřî qyametfiroş! eme bûyt şêxe be nawbange xwanaseke? heste biçore derewe. be şermezarîyewe lam damenîşe û pareşim nawê. şêx be şermezarî û be dił piř le kiłpey ’eşqewe parey hełgirt û hesta çuwewe. emca jine kewte ser ewe ke fêłêk bidozêtewe bo ewe em pareye lem xwanenase bisênêtewe, hîçî be bîra nehat, tenha şikat kirdin nebê, hesta çû bû lay padşa leser ê’tibarî êsta çuwe lay «ře’îsî teşrîfatî». ke ře’îs çawî pê kewt, agir le diłya kiłpey send û destî kird be qisekirdin legełya, le paş gelê qisekirdin. ře’îs pêy wit to nageyt be padşa ta ewey min arezû ekem legełim nekey, ew wexte padşayşî nawê, to çon arezû ekey wat bo ekem. jine ke emey bîst be bê dengî geřayewe.

řojî dwayî hesta çuwe lay daroẍe û şikatî ber ew xist, ke daroẍe çawî pê kewt, le kabray pêşû xiraptir. pêy wit bînayî çawim, çaw le to poşîn îşî pyawî aqił nîye, eger bêyt û le awî jyanit taqe lêwanêk werbigrim serim le řêtaye û carêkî ke pêwîstit bew core paraneş nabê. jine dîsan destî lemîş gîr nebû, geřayewe.

bo řojî dwayî çû bo lay qazî, qazî ke çawî be nîw nigay jineke kewt, herçî le qutabxanewe xwêndibûy ta ew wexte, hemûy le fîkir çuwewe, pêy wit řûnakî dinyay dîndaran, çî toy hênawete êre? jine karesatî şêxî bermałfiroşî bo gêřayewe. qazî witî aram û hêzî şeydayan, şer’ efermuwê de’wa ebim be şahdit eger le sêberî bałay newnemamta carêk be pasewan werim bigrî. jine ke emey gwê lê bû serêkî bada û destî lewîş biřa û geřayewe. ke hatewe be karekerekey wit biçêt le lay dartaşêk sindûqêkî gewrey bo dirust ka û em sindûqe sê xane bê û her xaneyek dergay xoy pêwe bê, kareker çû sindûqî dirust kird û hênayewe. emca pêy wit biçêt be ře’îsî teşrîfatî biłêt ke ser le beyanî teşrîfî bêt bo małî ême û lewêşewe biçêt be daroẍe biłêt le çêştengawa ewîş bêt. ke lewan buwewe biçêt bo lay qazî pêy biłêt le wextî nîweřoda ewîş xanim bangêştî bo kirduwe. le paş ewan biçêt bo lay şêx ke paş nîweřo bêt bo mał, xanim leser arezûy ew ebziwêtewe, karekere çû hemû řaspêrîyekanî be encam geyand.

ew şewe řoj bowe ke kewte beyan, teqe le qapî dira û kareker çû bo derga, seyrî kird ře’îsî teşrîfatye, xanim çû be pêşwazîyewe û hênaye jûrewe le paş danîştin û hendî qisekirdin, dengî teqey qapî ḧewşe hat, kareker çû hatewe witî daroẍey şar hatuwe, ře’îsî teşrîfatî řengî le řû biřa û witî bo xatrî xwa çem lê ekey? xanim witî wełła bem dem û deste hîç şwênêk nîye tenha ew sindûqe nebê, sê xaney heye eçîte her kamêkyanewe biço. ře’îs çuwe naw yekê le xanekanewe û xanim her xêra hesta dergakey leser daxist.

ta em emaney kird daroẍe hate jûrewe û danîşt û kewte basî ẍeramyat û ’eşqênî. xanmîş kewte pişî pişî legełya. kitupiř dengî teqey qapî hat. kareker çû be şwên dengewe hatewe witî qazî teşrîfî hênawe. daroẍe nawkî kewt û witî xanim çîm lê ekey? qazî pêm bizanê nakirê. jineke witî ewa em sindûqe heye dû xaney tyaye, biçore yekêkyanewe ta qazî eřwa. daroẍe hesta û xoy kutaye yekê le çawgî sindûqekanewe, xanim hesta û dergay leser daxist.

lew kateda qazî be gonay sûr û diłî be coşî agirî diłdarîyewe kirdî be jûra û xanim be ’îşwewe çû be pîryewe û dayna. qazî xoy le dinyayekî tira çaw pê kewt, xoy le şwênêka çaw pêkewt ke diłřifênekey şerabî ałî le lêwî xoy ałtir eda be destîyewe. qazî le deryay dû car serxoşîda melewanî ekird. kitupiř dengî teqey qapî hat. kareker çû be şwên dengekewe û hatewe witî şêxî pîrî pîrane û lem şwêneda mîwane. qazî ke nawî şêxî bîst řûmetî sûrî bû be bey zired. witî eger şêx lêreda bimbînê ḧeya û abřûm eçê û ta mawim xom nagirmewe, çîm lê ekey? xanim witî wełła hîç şwênêk nîye ew sindûqe nebê, xanêkî têdaye biçore nawyewe. qazî her xêra řapeřî û xoy kutaye çawgî sindûqekewe û xanim dergay leser daxist.

şêx kirdî be jûra. xanim pêşwazî kird û destêkî xiste ser şanî û be zerdexeneyekewe pêy wit: yaxwa bexêr bêy şêxî bermałfiroş! çon wa řêt lê têkçû geyştîte lay ême? şêx wekû dengî firîştey asmanî ber gwê bikewê, xutukeyek be hemû leşya hat, witî: řayełî ’eşqî to hezarî wekû min řa’ekêşê. jine witî le layenî parekewe çî ełêy? eger nemdîtewe çi’ ełêyt be gwêt ekem. şêx witî çon natdemewe? xwaye to agat lê bê, mêrdî em jine hezar qeranî lay min danawe ke bîdem bem jine. eger êsta le dinyay kameranya tozê be nazî xoy bimḧesênêtewe û le kamî xoym bidatê hezar qeranekey edemewe. îtir çît ewê xanmî her dû dinyam?

jine ke emey bîst bangî karekerey kird û pêy wit were em dînfiroşe bikere derewe. we xoy lêy da çû bo lay padşa. padşa daway ře’îs teşrîfatî kird dyar nebû, witî qazî bang ken, qazîş nebû. padşa lem řêkewte serî sûřma, naçar jiney bang kirde lay xoy û lêy pirsî.

jineş karesatî bo gêřayewe, ke hezar qeranî layetî û naydatewe, padşa witî to bo em dawayet şahdit heye? jine witî bełê sindûqêkim laye. ew sindûqe şahêdme. padşa destîkird be pêkenîn û witî to şêt bûyt? jine witî padşahim şêt nebûm û şêt nîm sindûqêkim heye, ew sindûqe şahêdim. padşa witî řengibê cwanyeket serî lê têkdabêtî. jine witî padşahim ba waş bê, min her leser qisey xomim, binêre bîhênin, paşa pyawî nard û sindûqêkî gewreyan hêna û dayanna, jine hesta û çuwe ser sindûqekey û destêkî pya małî. witî sindûqeke bew xwayey ke dirustî kirdûyn, eger ewî ke bîstûte neyłêyt êste agirt têber edem, kutupiř sê ziman le naw sindûqeke hatne qise û wityan: «eşedubîlla ême şahîdîn ke ew şêxe witî hezar qeranî em jinem laye». le lay padşa dergay her sê xaney sindûqekey kirdewe, wekû zerdewałe ře’îsî teşrîfatî û daroẍe û qazî heryeke le kunêkewe hatne derewe.

padşa lem îşe û lem kirdeweye zor sersam ma, ewaney her yeke be tołey xoy geyand û pareşî le şêxî bermałfiroş bo jineke wergirtewe. ewende hebû qazî řûy kirde jineke û witî: «her ke le êwe netirsê le xwaş natirsê».