kabrayekî sawîlke lew sere jinêk exwazê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  819 Dîtin

kabrayekî sawîlke lew sere jinêk exwazê, hêşta sê mang zawa û bûkênyan tê napeřê, xwa kuřêkyan edatê. şewê le gwêy agirdaneke danîştûn û herwa demeteqê eken, kabra ke jineke egwêzêtewe û be xesuwewe eygiwêzêtewe. xesuwekeşî danîştuwe řûy tê eka û pêy ełê: maşełła em kiçey to be bereye, eger herwa zû zû û her be sê mang carê kuřê bênê, zorî pê naçê minîş ewende kuř û kuřzam ebê ta ebim be «ḧeme xanî bane», hemû em nawe da’egirim.

xesuwekeşî ełê: eyeřo bequrbanit bim key be sê mang mindałî buwe, no mange û no řojey tewaw kirduwe, ewe to ḧisabî mangekanit lê têkçuwe, bem core nawî mangekan řewanke, ew wexte bizane sê mang egrêtewe ya no mang?

azar behar mangî do
nîsan seyran mangî co
ew mangey bûkyan tyabird
ew mangey kiçe tya şûy kird
ew mangey kuřey tyabû
tewaw no mang beserçû

kabra ełê: ey be qurbanit bim xesû gyan, bexwa řaste ełên xesûyek le cûtê ga baştire, bew qurḧane eger to nebûtaye gunaḧbarîş ebûm û îmanîşim eřoyşit.