kabrayekî jin mirdûy dû sê mindał besera...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  458 Dîtin

kabrayekî jin mirdûy dû sê mindał besera kewtû, eywîst jinêkî tir bênê, bełam jinêkî wa ke bitwanê minałekanî bo bexêw bika. her çend egeřa destî ne’ekewt, le axra nawbangî jinêkî teřpîrî kemere le milî dû sê dan le pêşewe kewtûy bîst û çû xwazbênî kird. xwa çarenûsî leyek nûsîn û destyan kirde gerdinî yek.

şewê le katî cûtbûna jine be mekirêkewe dû sê car witî: «ay! bive, bive, bive» pyaweş ke emey bîst, neykirde namerdî destî kird be niqenq û witî: «’eme ’eme» hemû lêfe û doşek û geł û gîpałî jiney pîs kird. jine ke emey zanî biřyarî da ke îtir fêłbazî waz lê bênê, çunke mêrdekey gelê lew zorzantir bû, hezar fakî be fîkêkî.