zemanî zû le tewrêzewe ḧakim enêrra bo...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
715 Dîtin
zemanî zû, le tewrêzewe ḧakim enêrra bo sabłax, carêk ḧakmêk nêrrabû le tayfey fermanferma bû, zor demêk bû le sabłax mabwewe, kabrayêkîş hebû le sabłax «bile baske» yan pê ewt. řojêk be ḧakmek ełên bile baske kitumit le cenabit eçê. ewîş enêrê be şwên bile baskeda û eyhênin. pêy ełê: erê bile baske to daykit awkêşî û hatuçoy małegewranî kirduwe? ewîş ełê: qurban daykim afretêkî zor be şermî û le xwa tirs bû, qet le mał derne’eçû, bełam bawkim awkêşîy ekird bo małegewran û be hoy aw hênanewe eçuwe ḧeřemseray hemû pyawe gewreyek.