kerîm efendî kerkûkî zade hebû carêk...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
727 Dîtin
kerîm efendî kerkûk yizade hebû, carêk epirsê le şêx necîbî qeredaẍî ełê, ya şêx xurma xwardin hîç zyanî heye û ḧerame? ełê ne. ełê ey řeşke legeł nana xwardin? ełê eweyş her waye, hîç zyanêkî nîye, ełê ey aw xwardinewe ḧerame? ełê ewîş herwaye, hîç zyanêkî nîye. ełê: «şerabî mistekî lemane dirust ekirê, bo çî ebê ḧeram bê?»
şêx necîbîş dest eba be serî dû pencey tozê xoł heł’egrê û ełê eger êste em xołe bikem be serî toda hîç azarêkit egatê? ełê ne. ełê eger tinokî aw biken beserta ew tinoke awe hîç şwênêkit eşkênê? ełê ne. eger le aw û xoł xiştêk dirust ken û leber hetaw wişkî kenewe û bîden be serta çît lê dê? ełê wełła emkujê. ełê emeş wekû ewe waye.