ey dił le daxî ew mehe bitlê be derdewe

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  582 Dîtin
ey dił le daxî ew mehe bitlê be derdewe
biřjêne eşkî germ be dem ahî serdewe
derçû be daxî ’eşqewe řoḧî řewanyan
ferhad be bêstûnewe, mecnûn be herdewe
ger wesfî gencî řûyî bibê carê baxewan
wêran eka çemen be hemû dar û berdewe
şorê be yadî lêwî biłê ey ḧemey ’eloNava taybet
emma be şî’rî muntexeb û beytî ferdewe
bêxudNasnava edebî lebatî surme leser çawî da’enê
nałî wiłaxî ew be hemû toz û gerdewe