kabrayekî paweyî le estemûł be řîşêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  710 Dîtin

kabrayekî paweyî le estemûł be řîşêkî panî řîkupêkî şanekiraw û be mêzerêkî xiřî zilî ledeq dirawewe. be ’ebayekî şan sûrmewe tûşî walî zadeyek ebêt, kiřnûşî bo eba û zor be edeb û îḧtiramewe daway şitêkî lê eka. walî zadekeş ełê: «efendem to bem lawî û be şewketî û heřetî cwanîtewe lam biçît firmanê bikey bo xot baştire lem ḧałet». kabray paweyîş hîç xoy têk neda û be îḧtiramî gelêk le heweł car zyatir řûy tê ekatewe û pêy ełê: «beg min hatûm daway xêr û dirawêkit lê ekem, daway felsefe û amojgarît lê nakem». beg efendî naçar ebê dest eba û şitî edatê.