kabrayekî paweyî çuwe ber małî aẍayek...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
769 Dîtin
kabrayekî paweyî çuwe ber małî aẍayek bo ewey şitêkî bidatê. seyrî kird aẍa xoy leser telarî koşkeke danîştuwe. emîş le xwarewe daway lê kird xêrêkî pê bika. aẍaş le serewe bangî kird: «a miçe be xule biłê be bile biłêt ke be xiley dergewan biłê bew kabraye biłêt xwa bitdatê». kabray paweyî ke emey çaw pê kewt destî berz kirdewe witî: «xwa be cibre’îl biłê be mîka’îl biłê ke be îsrafîl biłê be ’îzra’îl biłêt gyanî em kabraye bikêşê».