dîsan her le qisey gwê agirdanewe ełê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  757 Dîtin

dîsan her le qisey gwê agirdanewe, ełê:

řêwîyek kewtibuwe ḧałî xoyewe, le birsana lat kewtibû. be sereteqê û lokelok kewte ew deştî germyanewe bo ewey bełkû şitêkî distikewê, lew řoje řeşe řizgarî bibê. le nakaw tûşî gurkêk bû, seyrî kird gurg lem perêşantire. gurge danêkî lê řîç kirdewe û pelamarî da, mam řêwî tozî boy kişayewe û pêy wit bê qeza bî, çî ekey? le xwardinî geřêkî leřî wekû min çi ahêk ekewête siktewe? ewa be qepałêk minit xward dwacar çî ekey? were ba biçîn lew şîwe êstirêk kewtuwe, cenabit le pêşa têrî lê bixo, minîş le paşmaweket exom, ta ew tewaw ebê, min be puxtî qełew ebmewe, ew wexte ’afyetim ke.

gurge witî başe wa le kwê ba biçên. řêwî pêş kewt û řûyan kirde çemeke, seyryan kird wa cwanwe êstirêkî qełew leser la lêy řakşawe, her êsta ’emrî dawe be to ya sałê lemew pêştir. mam řêwî be gurgekey wit min leber pîrî û leber birsêtî hêzî çawekanim nemawe, bizmarî nałî simî êstireke eger be lay řastida çewt bûbêtewe, ewe ew êstire topîwe, eger belay çepa bê, hêşta tozêkî mawe. cenabit seyrêkî bike, bizane be kam layewe. bo ewey eger netopîbê ba bitopê û le xwardinekey ta cenabit tûş ezyetî lingefrityekey nebî.

gurge witî başe û çû be lay simî êstirekewe, lew wexteda ke seyrî ekird limozî kewt le simî êstir û êstir xeberî bowe, leqeyekî kêşa be mêşkî gurga, mêşkî kewte demî û gurg lewê kewt. êstire řapeřî lêy da řoyşit, mam řêwî çuwe ser kelakî gurge û pêy wit: «mirdût mirê, to ke řeqem û tarîxt bo naxwênrêtewe bo çi le xotewe xotî tê heł’equrtênî?». emca serî kirde kelakekey û destî kird be xwardinî.