le qisey gwê agirdanî kurdîyewe ełê mam...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  832 Dîtin

le qisey gwê agirdanî kurdîyewe, ełê:

mam řêwî dermałî şêr, bû be xizmetkar le małyana û carcarîş eger le paşmawey şêr şêkî destikewê bîxwa, her leber em çiłkaw xwardine bû wa çuwe jêr erkî ew xizmetkarîyewe. řojêk şêr -şay diřindekan- pêy wit bizanim kes dyar nîye bêt bo xizmetî em baregaye? mam řêwî witî fermanî padşa leser sere, her êsta eçim em baregaye piř ekem le ẍułam û nokerî kemerbeste.

çû le řêgada lew deştî zengabate tûşî wirç bû, pêy wit daroẍey wiłat dwênê mirduwe, kwêxay zengabat, şay gyanleberan, fermanî dawe êwe şwênî bigirnewe. fermû ba biçîn bo xizmetî. wirçe be fîzêkewe şwênî kewt û çûn bo xizmetî şêr. şêr maweyeke birsîye û zor tûřeye lewe ke maweyeke kes nehatuwe bo xizmetî. her ke çawî be wirç kewt çemołeyekî bo dirêj kird û hemû pêstî serşanî be carê hênaye xwarewe, ta ser kilkî daymałî. emca řêwî řûy tê kird û pêy wit:

kwêxa zengabat
hełkêşe ’ebat
çeftey ser şanit awełdamene
ew larulencey hete daymene
kwêxay zengabat erkî girane
şan hełtekêne řêgat bizane
to le kwê û kwêxay zengabat le kwê?
xo nenas ebê bem corey bwê