kewser wekû tenûreyî çawî piřawme

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 3 Xulek  766 Dîtin
kewser wekû tenûreyî çawî piřawme
dozex wekû tenûrî diłey piř heławme
axo elektirîke şewî kirde ’eynî řoj
ya xo biłêsey agirî kûrey be tawme
lengêzeyî behare ke hełsawe «xase», ya
firmêskî çawî sûrî bexuř dařjawme
yek cêgepê nemayewe bo min zemînî deym
ye’nî le feyzî giryewe dinya berawme
bonî kebabe, boçekî çizłîke dê le dûr
ya boçrûkî cerg û diłî hełkizawme
hêlane zerdewałe wirûjawe bem şewe
ya girmegirmî sîneyî kunkunkirawme
daxî şiksitî dił nîye eyxom le mudde’î
derdî be berdî ḧadîse şûşey şikawme
ẍem wasîtey ḧeyatî minî bêkese û feqîr
ẍem nan û aw û çayî û goşt û piławme
berbûm eger le dawî te’elluq, ema be řoḧ...
dił gurpegurpî perçemî çîn çîn û xawme
wa tê negey le ře’şeyî pîrîme ey cewan
lerzînî tîrî ẍemzeyî şoxêkî lawme
şoxê ke yadî areqî bonxoşî lamlî
qołonya û şûşeyî ’etir û guławme
şoxê ke řabîtey demekey piř le xendekey
xonçey gułî be awî ḧeyat awdirawme
şoxê ke yek mujey be mesel bo zebîḧî min
sed xencerî xelîlî bedaym swawme
perwane nîm ke ’aşiqî şem’î kujawe bim
perway çirayî takû ebed hełkirawme
mecnûnî leylî çawî ẍezałêkî «haşmî» m
şahîd derûnî çak û yexey dadřawme
yosifNava taybet meta’î min nîye lêm lade ey ’ezîz
sewday nigînî xetmî řîsalet be nawme
bo goşeyêkî têẍî biroy wek jinanî mîsir
peyweste arezûy lepî destî biřawme
bo zeřře xakî turbetekey řeşkî cennetî
yek def’e bûm be nêrgis û her çaweçawme
***
ew turbetey ke se yiqelî mîr’atî çawme
îksîrî qelbî me’asî xurawme
ew turbetey ke xoł û gił û wirde berdî ew
ałtûn û zîw û lîre û ẍazî û dirawme
ew turbetey ke tozî eger bête ser serim
naydem be tacî xusrewNava taybet û cemNava taybet ger kiławme
ey bazî sîdre tobî xuda bo çî nagrî
nêçîreket ke pořî diłî hełfiřawme
her fîkirî toye ba’îsî jîn û ḧeyatî min
her zîkirî toye quwetî ejno û henawme
her wesfî řûte her qiseyê wa leser ziman
her serfî mûte herçî xeyałî biławme
her wek minałe kurdê ke win bê le bawkî
egrîm berew medîneNava taybet û her bawebawme
meřwane çawî teř, be xuda zor xecałetim
giryan nîye, diłopî ḧeyakey tikawme
bakim le danenîştinî menhî nîye, bełam
tirsî be emrî ḧezretî to hełnesawme
çakem be dest xirapewe her zak û zûkîye
çi bikem peroşî małî betałan birawme
sa toş bifermû: xadîmekey derk û banî xom
pet ken ke çunke ew segî qul hełkirawme
ye’nî be şew eger sege, eykem be tûle řoj
em seg be tûle kirdine bo pas û řawme
min çunke ẍeyrî şî’ir û ẍezel hîçî kem nîye
bo xizmetit her em duwe dyarî nirawme
daym le seyîdim emete ca’îzem biłê:
bêxudNasnava edebî qulî be neqdî şefa’et kirawme