kurdîne be gel bênewe wa wextî sirûre
Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
1 Xulek
948 Dîtin
kurdîne be gel bênewe wa wextî sirûre
wextî guł û řêḧane û esrîn û çinûre
biřwanne gułşen ke ełêy boqelemûne
geh sewze, gehê zerde, gehê mawî û sûre
biřwanne awing û gya takû bizanin...
em her wekû zimřûte, ewîş çeşnî bilûre
biřwanne dinya ke ełêy cennete îmřo
layê hemû ẍîlmane, lelayê hemû ḧûre
nêrgis ke temaşagehî seyrankere îmřo
wek çawî butan xawenî sed core fitûre
xizmîne eger basî min û bawkim efermûn
aẍaye suleymanNava taybet û kemalNava taybetyiş wekû mûre