silêmanî ḧeme canî řûẍzayî kiçêkî şox û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  948 Dîtin

silêmanî ḧeme canî řûẍzayî, kiçêkî şox û şengî hebûw zor kes dawayan kirdibû neydabû, lewane bû nawbangî derkirdibû ke silêman em kiçey nada be şû, çunke her kes eçuwe xwazbênî herwa egeřayewe dwawe. řojêk desteyek le kwêxay caf le germyanewe eçin bo xwazbênî kiçe bo yekê le kuřekanî ḧacî qadrî řûẍzayî, ke le daykewe xizmayetyan hebû legeł silêman xana. řê ekewn, em řêkewtineş nawêkî derkird ke çon silêman xan legeł emaneda řêkewtuwe?

şwanêkî małî silêman xan hebû, lew wexteda ewîş le dîwexan bû, lêyan pirsî: erê bira emane çon hatin, çon legeł silêman xan řêkewtin? witî: «be xwa nazanim her ewende ezanim hatin danîştin û qiseyan kird û hestan».