ḧacî melay cwanřo eçê bo ew deştî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  866 Dîtin

«ḧacî melay cwanřo» eçê bo ew deştî «şîrwane»ye û feqêyekî tałşî legeł ebê. lew deşte tûşî şwanêkî caf ebin. ḧacî mela seyr eka ewa şwane gałokêkî be desteweye û keřekêkî xistote laşanî, řîşî maş û birinc buwe. bangî lê eka: erê laloy şwane le keyekewe şwanî? ewîş ełê: mela ewetî ke xomim nasîge hera şwanim, ḧacî mela be feqyeke ełê êsta em şwane taqî ekemewe, çunke eme qed awedanî nedîwe. ełê:

«laloy şwane beçya ezanî xwa yeke û dû nîye? min ełêm duwe». şwaneş ełê: «mela min le bawkimim bîstige witîge xwa yeke, bawkim le bapîrî bîstige witîge xwa yeke, bapîrîşim le bapîre gewrem û her wew core, êsta we kelam xwa eger to bêjî duwe dekewme milit wem gałoke serit wek nêrke teşî lew naweda xul exwa, îtir bîwřewe». ḧacî mela witî: ke emem bîst destim kirde milî û nawçewanim maç kird û witim: îmanî to le hî min qaymtire.