ha taze îngilîz hatbûne ’êraqewe zorî...
ha taze îngilîz hatbûne ’êraqewe, zorî pê neçû eyanwîst «melîk feysel»y yekem bibê be padşay ’êraq, bo em îşe bîruřay merdimyan ewîst û dawayan ekird. îngilîzêkî zil hebû le kerkûk, kirdye ser xełkî wiłat ke lem řuwewe baweřî xoyan derbiřn aya melîk feysełyan ewê be şa yan nayanewê? midîr naḧyeyek hebû le wiłatî kerkûk «meḧmû efendî» yan pê’ewt, îngilîzeke ewîşî bang kird û pêy wit: toş qełemřewî wiłatî xot taqî bikewe. meḧmû efendî çû pirs û řay hêna û geřayewe.
îngilîzeke lêy pirsî: ha, çon hatûytewe?, witî: «qurban eyanewê». îngilîzeke çawêkî zît kirdewe witî -wekû be sersamîyewe- ewyan ewê? meḧmû efendî ke seyrî çawî kird, xêra witî: «qurban nayanewê». îngilîzeke dîsan çawî zît kirdewe û bewe be tûřîyewew witî: «nayanewê?» meḧmû efendî witî: «qurban eyanewê». çend carêk em «eyanewê û nayanewê»ye hatuçoy kird le beynyana. meḧmûd efendî seyrî kird eme kełk nagrê. le pêştira dû mezbetey dirust kirdibû, yekê «eyanewê», yekê «nayanewê», «nayanewê» le gîrfanya bû, «eyanewê» le mistya bû, her dûkî derhêna xistye berdestî û pencey naye ser eyanewê witî: «qurban emane eyanewê». pencey xiste ser ewîtrîşyan witî: «qurban emaneş nayanewê, ca îtir fermanî xotane û leme zyatir îtir ’ezyetî êmeş meden». ełê îngilîzeke qaqa destî kird be pêkenîn û witî: «beřastî îş eweye ke to kirdûte û tiřî minit biřî».