kabrayekî kamałeyî eçête suleymanî şew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  942 Dîtin

kabrayekî kamałeyî eçête suleymanî, şewê le małî xane xwêkeya «fiřnî» bo da’enên, kabra be mastî tê’ega, qet şitî way nedîbû, fiřnîş taze tê kirawe zor germ bû, eynê be serewe her lenaw demîyewe ta henawî hemû ewsûtê le řûyşî hełnaye deng bika, ew şewe her cîngił eda, beyanî eçêtewe, ke egate naw xêł kuřukał dewrî lê eden û xeberî şarî lê epirsin. ewîş ełê:

«bira hîç le şar nîye, bełam çiştêkî çerimg hes, eger çawtan pêkewt dû bist bewrî we serewe bû, biřway pêmeken ew dewît bawke mêye û çûgese pêstî gurgewe pyaw esûtênê».