kabrayekî menguřî zistan ebê eçête ser...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
776 Dîtin
kabrayekî menguřî zistan ebê eçête ser aw, dest be aw egeyenê, le paşa dest eka be destawekeda û aw eda be xoyewe, lew wexteda ke aweke fiřê eda bo xoy, le tirsî sardî aweke xoy berz ekatewe û awekey lê nakewê ełê: «ey le dayelêt berim neygirt». çend carê her aw eda be xoyewe xoy berz ekatewe û naygirê, axir car ełê: «her eweye, emcareşt bo fiřê edem girtî girtî, neygirt, be gûnî bargîrekêmewe».