carêk mang gîrabû xełkî kobbûnewe...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
900 Dîtin
carêk mang gîrabû, xełkî kobbûnewe leser banekan le tepił û tenekeyan eda, kabrayekî «řeş û borî» hebû, fetey naw bû, belay awayyekeda têpeřî. wityan wełła eweta mang gîrawe û emanewê berbê. kabra serêkî berz kirdewe û seyrêkî mangekey kird û witî: «kuře lê geřên ew dewît bawke, sał dwanze mangey xwa cirit û firtyetî bem la û bew lada, demê wekû demedas, demê wekû kasemas, demê wekû qangiłey şikyag, demê wekû dewarî lay biryak, êjê cîkeney tê kiryage! dîqedîqey edawe û xełke ney’ezanî axrî řojîk le kełênêka wegîrî têrin, lê geřên ba bîxwa, ba bizanê ’elî kuřî kêye? lay waye gişt şwênê heware pankey małî mîmke fatme her qulî qulî bika».