serdemêk lew wiłatî germyane kurd û kare...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  782 Dîtin

serdemêk lew wiłatî germyane kurd û kare eçûn bo dizî. xawen mał dizekanî enasî û eçû şikatî lê ekirdin, ya le lay şer’ ya le lay ḧakim şer’. dizî řa’ekêşaye meydan û swêndî edan, ewanîş swêndyan ne’exward û małekeyan edaye dwawe, ew ’ezyeteyan be hîç der’eçû! mela teqî hebû lew deştî germyane, penayan ebirde ew çarêkyan bika bo ewey eger carêkî tir ke dizîyan kird bitwanin bîxon.

emca mela teqî hînay kabray dizî le paş dizîkirdineke xiste bêşkeyekewe û be destiraze şetekî eda û tozê řay’ejend û paşan kirdyewe û eyut: le bêşkeke were derewe. fêrî ekird eyut, ke birdityan bo lay qazî swênd bixo biłê: lew řojewe pêm le bêşke kewtote xwarewe, îtir nexrawmetewe bêşke, min dizîm nekirduwe. ewîş ke eyanbird bo lay şer’ bew core swêndî exward û şer’îş berełay ekird, lay wabû bêşkey mindałîyetî û emîş swêndekey ne’ekewt.

herweha fêrî ekird le katêka ke eyben bo lay ḧakim û swêndî ewey eden ke ew małey nedzîwe, boqî, çolekeyê, gyandarêkî wa bixate baxełyewe lejêr kewa û kirasekeyewe be corêk ke dyar nebê, le katî swênd xwardina dest bida be ser sîngya -ew boqekeş lejêr destyaye- biłê: bem qur’ane em nefse bêt û agay lew dizîye nîye. ewîş way ekird û bo xoy berełayan ekird, nefsekeş çî bû, boqeke bû, dyare ew boqe agay lew dizîye nîye.