mamosta mela kerîmî byare le babe řesûł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1011 Dîtin

mamosta mela kerîmî byare le babe řesûłî dołaşî eygêřayewe, witî: ewłê û ewlesen hebûn le sine, bira bûn. xuşkêkyan hebû sanye xanmî naw bû, emane kuř û kiçî a ḧememra bûn. em a ḧememra zaway małî asef dîwan bû, a ḧememra ’emrî xway kirdibû, ewłê ke bira gewre bû, hemû małekey dagîr kirdibû, beşî ewlesen û sanye xanmî ne’eda, gelê demeqře le nawyana peyda bibû, hîç kełkî nebû. le encama řojî ewlesen be sanye xanim ełê:

«a bacî bêje be a biram, merḧûmî bawkim pûł û małêkî bo becê hêştigîn, ser bêrîte ser řasî, ḧesawman çes pêman bida, egerne tivengekey xwabyamerzî bawkim têrim, xorakê barûtî tê’ekem, poxê pemgîç exeme nawî, tereqekeyç enêyne ban memkekey eyteqênîn, sa îtir çî ewê ba bwê. załedar załe etrekênê «fî alnar», ḧamłe ḧemil exa be tûn û tewesił».