lew wiłatî hewlêre şexsêk heye homermend...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  974 Dîtin

lew wiłatî hewlêre şexsêk heye «homermendan»y pê’ełên nexoş û şitî ebene serî û çak ebêtewe. kiçêk pîredaykêkî hebû zor nexoş bû, kiçeş fire ḧezî le mêrd ekird, be daykey wit: daye ba bitbeme ser homermendan bełkû nexoşîyeket çak bêtewe. daykîşî witî: řołe nexoşî min pîrîye, pîrî çak bûnewey nîye. kiçe witî: daye to ełêy çî? homermendan hemû nexoşîyek çak ekatewe.

be her corê bû daykî hełxiřan û birdî bo ser homermendan, birdî lenaw merqedekeda pałî xist û xoy be dewr merqedekeda destî kird be sûřanewe û eyut: «ya homermendan! dayke pîrêkî bê kesî bê deretanim heye, zawayekî çakî wecaxzadey bo binêre ba xizmetî bika»

dayke gwêy le pařanewekey em bû, witî hey wa wa lê kiraw! to xot mêrdit ewê û minit kirduwe be behane, yałła hełmigre ba biçînewe.