sałêk le estemûł ewa ’ebdulḧemîd...
sałêk le estemûł ewa «’ebdulḧemîd» zor nîye nîştote ser textewe hemhemeyekî gewre řûyda her çî şarî estemûł bû hemûy hestabû. kołan û cade ney’ekêşa. řûyan kirde bargay şahî û koşkî «yuldiz» yekîk le pêşewe bangî ekird «etanewê?» ew ḧeşamate hemû be carê eyanut «namanewê!».
lew hera û zenaye koşkî padşahî û wezîr û pyawe gewrekan hemû şiłejan, «sedrî e’zem» pêşyan kewt û be her cor bû xoyan geyande koşkî «yuldiz». wezîrî ceng fermanî derkird ke hêzî serbaz koşkî yuldiz û dewruberî baregay ’ebdulḧemîd bitenê. wa hemhemeş heta dêt estûrtir ebê, wirew baregay ’ebdulḧemîd eřon û leser yek leser yek ełên: «namanewê!». dyare em hemheme gewreye û em «namanewê»ye her eweye ke ye’nî; «’ebdulḧemîd» man nawê, bełam hêşta be tewawî her dernekewtuwe ke aya ’ebdulḧemîdyan nawê ya «sedrî e’zem» yan nawê? ewende derkewtuwe em hemhemeye le dijî mîrî û koşkî «yuldiz» e.
kabrayekî «bawe koçek»y her le pêş ’ebdulḧemîdewe be jyanî pîrî lew temene pan û dirêjeyeda hîç fêr nebûbû, tenha ’ereq xwardinewe nebê, her çîyekî peyda ekird eyda be ’ereq û eyxiwardewe û hîçî tir, em kabrayeş wekû gay pîr her hawarî ekird; «namewê».
dîmenî ew kabra pîre bem core betewawî tirsêkî xiste ber sedrî e’zem û wezîrekanî koşkî yoldiz çunke eme ewey egeyand, ke be yek car mîllet be genc û pîryewe cûłaneweyekî şořşyan kewtote ser, eyanewê textî ’ebdulḧemîd têkden. sedrî e’zem wîstî qiseyek legeł em kabrayeda bika bew nawewe ke pîre û dinyay zor dîwe, le waneye em kabraye bitwanê be pend û qisey aqłane biławe bem hemhemeye bika. be her cor bû nardî kabrayan hêna û kabraş lewan becoştir her ełê namewê. le encama sedrî e’zem witî: «axir kêtan nawê?» kabra witî: «ew ’ereqfiroşe baweḧîze ke dukanekey nizîk mine namanewê, ’erqekey hîç be kełk naye».
paşan «sedrî e’zem» be wezîrî cengî wit: ferman derke serbaz biçne şwênî xoyan, hîç nîye, emane her yeke le awazê lê eden. tenha «namanewê» yekî pêgirtûn, her kese be nyazî xoy ew şitey xoy eyzanê ewey nawê.