mela marfêkî tayşeyî hebû gêřayewe witî...
mela marfêkî tayşeyî hebû gêřayewe witî: sałêk legeł şêx mistefay pênc engusa çûyn bo ew germyane bo derwêş girtin. katî êware bû řûman kirde xêłêkî «başkî» ke tîreyeke le caf. řûman kirde dewarêk û hatin be pîrmanewe gîskêkyan kuştewe û menceł û ḧewcoş xiraye ser agir. paş beynêk jinî xawen małeke camêkî hełgirt û çû bo manga doşîn lew lay dewarekewe û lê ne’ebuwewe. mêrdekeşî satê bangî ekird: kenî xêrake şêx û derwêşekan birsyane, jineş her lê nebuwewe emîş her eyut: kenî azake, kiçeke azake. le axra ewende hawarî kird û hîç kełkî nebû bangî kird: kiçeke xêrake, we kelam xwa dewît bawik bêm bot be mê kut ewendet ekutim be kere řeş bêjî şêx mistefa hawar firyam kewe. eger lejêr mangada nebî lejêr şêx qadrî şêx kerîmî kesnezana bî, etkem we das, xo şêx wekû gemałe bazg ewende kilkî bada we dewr çaw çêşta le birsana ewa topî. debê weřêwe dewît bawik!