mela ewřeḧmanî seqzî hebû gêřayewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  456 Dîtin

mela ewřeḧmanî seqzî hebû gêřayewe witî: ewa le kirbiçne le jûrî feqêkana danîştibûyn ça exoynewe, ewendeman zanî swarêk le dûrewe be piřtaw hat. her geyşte ber ḧucreke dabezî û řûy kirde ḧucre û witî: melayne we qurwantan wim ba yekêktan yasînêkî bixiwênî ba bebê yasîn û tełqîn ewî wejêr xakewe. feqêkanîş be minyan wit: mela ewřeḧman xêrit ega legełî biço yasînêkî bixiwêne. witî minîş hestam û kabra xistimye paşkoy xoy û awzengî teqîn řuwew hobe berew dwa buwewe.

geyştîne xêłeke û řûman kirde dewarêk, seyrim kird çend zelamêk danîştûn hemû ça exonewe hîç nexoş şite dyar nîye, hîç bonî eweş naye ke nexoş lejêr em şimałeda hebêt; pirsîm: kwa nexoşeke? seyrim kird yekêk le naw xełkekeda îstikanê çay be desteweye, danîştuwe eyxiwatewe û zorîş be dem û pile witî: bira mela! minim nexoş, a sewr ke ba çayekem bixomewe ew ca bot pał ekewm yasînekem bixiwêne! witî zor serim leme siřoma, çunke kabra hîç le nexoş ne’eçû. ewendem zanî çayekî xwardewe teqeyekî le pyałekewe hêna, wekû ask řast buwewe û çû lewlawe řakşa û witî: dey mela bê yasîneket bixiwêne we sermewe. ya emese emirim û etřêm we gunta ya emese ziłya û pêławêkî tir ekeyn lem deştî germyaneda pêş ewe biçîn bo kwêstan!