otomobêl taze dahatbû dû aẍay ew ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  679 Dîtin

otomobêl taze dahatbû, dû aẍay ew sere gelê car hatuçoy şaryan ekird û le şarî, şarîtir bûn. emane her yek xizmetkarêkyan hebû hemû dem legałyana bûn. emanîş bibûn be beçke şarî!

řojêk her dû aẍake pêkewe danîştibûn derdedłyan le bê eqłî xizmetkarekanyanewe bo yek ekird. ew eyut: hî min kertire; ewî tiryan eyut: na hî min kertire. axrî hatne ser ewe ke taqîyan bikenewe bizanin kamyan kertirin. yekêkyan bangî nokerekey xoy kird û pêy wit: řołe! otomobêlekeman kon buwe ha ewe de qiran biço her êste otomobêlêkî firazîrzer bikře. noker witî: be ser çaw! de qiranî wergirt û çû be şwên otomobêlewe.

ke ew çuwe derewe aẍakey witî: çawit lêbû çen kere? axir nałê çon otomobêl be de qiran eden?

emca hate ser ew aẍakey tir witî norey mine. ewîş nokerekey xoy bang kird û pêy wit: a řołe biçore małewe bizane lewêm. xizmetkar witî: beserçaw û çuwe derewe. aẍakeş witî: çawit lê bû hî min çend bar heł’egrê?

be řêkewt xizmetkarekan le řêgeda tûşî yek bûn. ewanîş le beyn xoyana destyan kird be derde dił kirdin le kerêtî aẍakanî xoyan. ewî otomobêl witî: temaşake em aẍay mine çend kere? axir nałê îmřo şenbeye û şerîkey şelemo cû dananîşê!

ewî tirîşyan witî: kure aẍay min zor kere. ewetanê telefuneke le bin destyeweye, telefun naka bo małewe bizanê xoy le małeweye, dênê hełkut hełkut min enêrê bo małewe!