ḧesen begî ’elî beg boy gêřamewe witî min...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  514 Dîtin

ḧesen begî ’elî beg boy gêřamewe witî:

mindał bûm kuřêkî qełxanî - ke şamey naw bû - le tîrey «tifeng weşên» hatbuwe laman û pyawî ême bû. em kuře her be mindałî kewtibuwe laman û lay ême gewre bibû. qełxanî û betaybetî tifeng weşên xwardinî goştî beraz be layanewe wekû xwardinî goştî «poř» waye be lay êmewe.

witî qemer sułtanî qełxanî řojêk bû be mîwanman û le jêr dewara danîştibûyn, xizmetkar û şit hatuçoyan ekird kitupiř qemer sułtan çawî kewt be şame û nayyewe. pêy wit: ha şame! ewe le małî paşayt? ewîş witî: erê wełła qurwan! bûm we sunî û her çwar ferze neçîwnim?

qemer sułtan witî: kure dewît bawik! çwar nîye pence, wew îmam îsaqe to her qełxanît û pak newîtesewe!