le sałî ẍeza ẍezay ’iruskey pêşwa salarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  512 Dîtin

le sałî ẍeza ẍezay ’iruskey pêşwa, salarî sabłax le mukiryan, ḧacî mela ’ebdułłayek hebû melay gundekey bû. eçête bin destyewe pêy ełê: eme ẍezaye û bo dînî îslame. her kes biçêt bo ew ẍezaye eger bikujrêt şehîde û ḧew ḧorî le beheşta edenê. eger xo neşkujrê ewa ebê be «ẍazî» û mał û tałanêkî zorîşî dest ekewê.

bem qisane salar heł’exřênê bo ẍeza legeł çend swarêka eyannêrê eçin. ew sergerm ebê. ’irus zor xirap dewryan eden. ca salar lew abłoqedaneda eyut: xwaye to emcareş şehîdim meke ta destim egat be destî ḧacî mela ’ebdułła bizanim eger ẍeza wa şitêkî sûk û asane, xoy bo çî nehat û wa bemcore milî êmey pêwe kird!