kabrayekî kelhuř lew mukiryane meřumałatê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  492 Dîtin

kabrayekî kelhuř lew mukiryane meřumałatêkî zorî hebû. le zistana heç tifaqêkî bo xistibûn hemûy pê dabûn bew nyazey ke seretay behar hatuwe îtir małat dir’eçê; ke çî le nakaw be bîst şew dway newroz befrêkî tê eka małewmał nakirê.

kabra ser berz ekatewe bo asman û ełê: biłêm çî û çît pê biłêm. ew îşaney to eykey eger min bimkirdinaye êste ḧew zeman bû řîşyan taşîbûm le «çexetu» yiş kirdibûmyan bew dîwa!