lew berkêwe kuřêk daykêkî teřpîrî bêwejin...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1492 Dîtin

lew berkêwe kuřêk daykêkî teřpîrî bêwejnî hebû; be emrî şer’ daykekey da be şû. daykeş le xoşîya pêy be ’erz ne’ekewt. kabray zawa parey nard bo małî bûkê ke cyazî bûkênî bo bikiřn. jine witî: kuřim min xom eçim bo şar be diłî xom cyaz ekiřim. kuřeş witî: başe.

paş ewe bûkê beřê kewt bo şar, kuřeke witî: bexwa daye! minîş dêm xwêman nemawe bare xwêyekîş ekiřim eyhênmewe. dayke witî: başe kuřim. pêkewe beřê kewtin û çûn bo şar. ew cyazî xoy kiřî û emîş bare xwêy xoy kiřî û nay le gwêdrêjêk û geřanewe.

řûbarêk leser řêgeyana hebû gwêdrêjeke ney’eda le aweke. bûkê şitûmekekanî xoy da be kołya û pêş kewt bo ewe gwêdrêjeke be şwên ewa biřwa bûkê qîteqît le pêşewe eřoyşit. herwa hełî girtibû û peřîyewe, le naweřastî aweke kereke manî girt û neřoyşit. bûkê agay lê nebû lewber aweke bangî ekirde kuřekey: kuřim têyxuře ba bêt. bełam ker manî girtibû û ne’eřoyşit û le naweřastî awekeda xoy da be zewya û xwêke be tewawî twayewe!

emca lewber awekewe bangî ekird: kuřim xêrî tyaye qeynaka, gwêdrêjeke bêne û werewe. kuřeş witî: daye xêrî çî tyaye? xêrî quzî toy tyaye, egîna ke xwêke řoyşit îtir xêrî çî tyaye!