afretêk lew berkêwe bêwejin kewtibû kuř...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1800 Dîtin

afretêk lew berkêwe bêwejin kewtibû. kuřêkî mindałî hebû - bîlamanê - kabrayek be jineke fêr bûbû! mindałeke taze famî kirdibuwewe û nekirdibuwewe mindałan le naw kołana pêyan ewt: ḧemedê be daykit fêr buwe. ewîş ehatewe le daykî pirsî: şitî wa heye? daykîşî eyut: řołe diroye şitî wa eger heşbê be temay xwa, xwa heqit estênê!

kuře gewre bû û qiseşî le xełk û xwa her ebîst. řojêk eçin bo darkirdin. daykî be layekda û ḧemedê zirtebozîş be layekda.

ḧeme eçête ser taşeberdêk; ke binî hezar be hezare, darêk lewê ebê be tewr eybiřêtewe. kuřeş ełê helim leme çaktir bo řê nakewê. eçê le piştewe pałêkî pêwe’enê û heprûn be heprûn ebê û îtir egeřêtewe. deng biław ebêtewe ke ḧemdê le daran kewtuwete xwarewe, milî şikawe û mirduwe. emca daykeke be kuřeke ełê: a řołe! nemut eger şiteke waş bêt xwa hiqit estênê?

kuřeş ełê: ey quř be ser ’eqiłit! be xwa eger be temay xwa bûytaye ta bîst sałî keş her eygayt!