eḧey nasir hebû yekê bû le gûyende...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  519 Dîtin

«eḧey nasir» hebû, yekê bû le gûyende be nawbangekanî silêmanî. em eḧey nasre her le zuwewe le lay eḧmed begî meḧmû paşa, řojgarêkî zoryan pêkewe řabwardibû; bełam hemû xełat û beratêkî le layen eḧmed begewe hey aferîn bû û hîçî tir!

eḧey nasrîş řût û qût û perêşan, leme be tewawî weřez bibû.

řojêk eçête bazařî hełebce û eçête ser dûkan çaweřêy parekey eka. emîş dest eka be gîrfanya û destî derdênêtewe û dirêjî eka bo kabray dûkandar. kabraş dest řa’ekêşê, pênc aferîn ejmêrête ser destî! kabra waqî wiř emênê ełê: bira ewe çend zemane le lay eḧmed begim le aferîn zyatir hîçim wernegirtuwe; bom derkewtuwe pare le lay ew aferîne. ewa minîş hênawme xercî ekem. eger ezanî naçê, biço bo lay eḧmed beg!