kabrayekî kurd le qizrabat ḧeme şerîfî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  690 Dîtin

kabrayekî kurd le «qizrabat» ḧeme şerîfî naw bû me’mûrî tel bû. dû jinî hebû yekêkî turkiman yekêkî kurdimanturkiman û kurdiman: zeřeturk û zeřekurd.

em jinane legeł ḧeme şerîfa heta biłêyt xirap bûn û be hîç cor be qiseyan ne’ekird, serbarî eweş dirêẍîyan le cinêw û fezîḧetîş her ne’eda!

řojêk ḧeme şerîf le qirçey temûza eçê bo tel çakkirdin. panze řojî pê eçê, hîlak û mandû û mirdû egeřêtewe. jinekanî hîç gwêy nadenê, betaybetî emcare, jinekan qise eken be yek, ke betewawetî gwêy nedenê, bełkû małekey pê becê bêłn.

ḧeme şerîf ke ezanê em jinane way legeł eken, ewîş hîç xoy têk nada be her cor bêt ew şewe řoj ekatewe. beyanî zû şerbe şiřêk ke şewê le tenîşt xoyewe daynabû û piřî bû le aw, heł’estê şerbe aweke eka be ser xoya û ełê: nyetme leş pîsî le xom der ekem!

jinekan çawyan lem karesate ebê, her yekeyan le diłî xoya ekewête qînewe lewî keyan. ew ełê: ewe pyaweke legeł ewa îşî kirduwe, ewîkeşyan ełê: legeł ewîkeyana!

leser eme egîrêne yek û ber ebne cinêwdan be yek û hîç qiseyekî naşîrîn heye be yekî ełên. ew bew ełê: to destî minit kird be zaxa hey waw lê kiraw ke çî to xot çûyt legełî dirûst bûyt. ewîş herwa ełê bew leser eme enîşne mil yek û ser û gwêłakî yek ekutin. ḧemeşerîfîş le dûrewe seyryan eka û hîç deng naka.

îtir le dway em karesate her wext ḧeme şerîf der’ekewt her yek le jinekanî be cya xizmetyan ekird û her kameyan be corêkî taybetî eywîst xoy bibate pêşewe.