lew sere pyawêk hebû şêx ḧeme ’elyekeř...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  655 Dîtin

lew sere pyawêk hebû «şêx ḧeme ’elyekeře» yan pê ewt. pyawêkî le xwatirs û nwêj û řojû qaym bû. gwêşî zor giran bû; ta pyaw neyqîřandaye gwêy le hîç ne’ebû. îtir îşî xwaye jan û bayekîş le sikya hebû destinwêjî zor bo řane’egîra. bełam bewe řahatbû ke bay lê ebwewe xoy pêy ezanî eme bay lê buwetewe, heł’esta destinwêjî eşordewe. ewende hebû ew her bayekî lê bibuwayetewe le ber gwê giranyekey - bîlamanê - be bay bêdengî ezanî. legeł eweda leber behêzî jan û bayek, naşukirî nebê qet ew bayey xoy way ezanî lêwe nehatbû. em şêx ḧeme ’elîye pyawêkî hebû «sofî ’ewła»y naw bû. em sofî ’ewłaye ewende le dîwexana gwêy le wirde bezme bibû ke şêx be şitêkî tir tê egeyşit, geyşte cergî pêy wit: ya şêx řoḧim we fîdat bê! ewî to be «tis»y tê egey «tiře» ba pêt bêjim!