şêx mecîdî şêx miḧemedî birîndar hebû le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  502 Dîtin

şêx mecîdî şêx miḧemedî birîndar hebû le silêmanî, eme jinî nehêna bû. her le xaneqay ḧacî mela ’elîda jyanî xoy řabwardibû; le gencîyewe ta pîrî. sałî bomb û bordimaneke xełkî geřek be jin û pyaw û mindał û kuř û kiçewe le tirsî bordiman hebû çubûne ḧewşey xaneqawe. dyare ebê ewe çi tirs û lerzêk bûbê řûy kirdibête ew ’aleme û her yeke ebê le çi ḧałêkda bûbin? ke çî a lew kateda eçê baweş eka be kołekey mizgewtekeda û seyrêkî dîmenî ew zerd û sûr û betirsane eka ełê: xefet bo bê xefetî xom exom!