dêyek heye lew wiłatî sine kanî mişkanî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  512 Dîtin

dêyek heye lew wiłatî sine «kanî mişkan»y nawe. yekêkîş heye «quseyrî» pê ełên û zaway «ayetułła»ye. ayetułła pişîleyekî kellezlî tûknî zor seyrî heye û le berdemya heł etutê.

quseyrî řojêk eçête lay ayetułła. pişîleke le berdem ayetułłada ebê. em quseyrîyeş leser û şikła xwa bê qezay ka zor naşîrîne. be ayetułła ełê: qurban em pişîleye zor seyre. ayetułłaş ełê: řołe seyrtir eweye merdim eyejin ayetułła kitik û mişkî be yekewe danawe û kitkeke hîç dem naba bo mişkeke.