le sine pyawêk hebû melakan pêy fêr bibû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  553 Dîtin

le sine pyawêk hebû melakan pêy fêr bibûn be nawî xêr û xêratewe her řojey şitêkyan pê ekird. her çend xełk pêyan ewt bo çi wa ekey? eyut: emane hemû bo xwaye. ke zoryan be gwêçkeya exwênd tozê sist ebuwewe.

kutupiř dû melay lê peyda ebû dîsan tîjyan ekirdewe. eme ḧałî bû ta ma, înca mird xełkêkî zor û melayekî zorî lê kobuwewe birdyan bo ser qebran. melakan hemû kewtibûne pêş termekey û hemû be matemîyewe řêgayan ekird. bełam hêşta îsqateke mabû bîken, ke leser qebran bigeřanayewe îsqate keşyan bo ekird. lew kateda ke eçûn bo ser qebran dû qołçimaxî sineyî le dûrewe çawyan bem dîmene û bem melayane ekewê. yekêkyan destêk ejenê bewîkeyanewe agadarî ekatewe û pêy ełê: şa, şa, be mirdinî le kołî nabnewe!