hate bezmî ême dwênê şew birodasê bedew

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  521 Dîtin
hate bezmî ême dwênê şew birodasê bedew
her be nakamî pełey sebrî diłî kirdim direw
hat ema çî hat!? wekû guł dem lebaleb pêkenîn
çû, ema çî çû!? wekû nêrgis dû çawî piř le xew
xusrewêkî wa be naz û ’îşwe hênd şekirî şikand
bûm be ferhad axrî bo giftugoy şîrînî ew
herke çawî kewt be ebroy desbecê qazî witî:
lê biden meyter ke îmşew cejne, dîman mahî new
ger be zeř boy des bidayê şêx temaşa kirdinî
zû cil û xerqey enaye řehin û pênawî girew
çînî kakołî ke pexşan bû belay milya, witim:
ser bîladî şerq eçê wa dyare hordûy ẍerbî şew
dił ke kunkun bû ebê carcare řazî derkewê
denke denke nîsk û nok her da’eden bêjing û kew
weh çi xoşe ta sibeynê dem leser ẍunçey demî
min wekû bulbul binałim, ew bixiwênê çeşnî kew
qet be goştewzûn nezanî qertimaẍey zamî dił
pêstekey lê lade bêxudNasnava edebî tê egey kirdûye hew