demêke wek jinî sik piř zemaneyî bedxû

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  2436 Dîtin
demêke wek jinî sik piř zemaneyî bedxû
be xwênî seyîd û şêx û mela eka bêzû
demêke dasî ecel tîj eka wekû werzêr
xerîkî ’aleme pakoy eda be řîze hemû
demêke duxtere lem xestexane kawleda
demêke şerbetî mirdin eda be cam û sebû
weha esîrî desî cewrî dewrî xûnxiwarîn
be çingî baz û şehên û hełowe wek teyhû
eger bibê be sikenderNava taybet be bazûyî quwet
weger bibê be pelenger be quwetî bazû
be ḧukmiřanî eger bibye şahî keyxesrewNava taybet
be pałewanî eger bibye řostemNava taybet û burzûNava taybet
eger be zuhd û fezîlet bibîte şêxî cuneydNava taybet
weger be ḧîkmet û fen bibye bû ’elîNava taybet, ya huErebî
ke hatû řişteyî ’umirit geyşte wextî pisan
texellufî nye bîlla be qedrî yek serî mû
le xanedanî seyadet, le dûdmanî ’ulûm
le cê hewarî sexa ḧatemêkî hełkewtû
cenabî ḧezretî me’rûf efendîy qazîNava taybet
ke aşyaneyî şehbazî ew bû ewcî ’ulû
dirayê řutbe û tacî se’adetî ebedî
humayî řoḧî fiřî bo beheştî xuldî serû
xuda be merḧemetî xoy meqamî ’alî ka
be cahî sîdrenşînanî muntehay jûrû
ke sałî meẍfîretî ew buzurgeyan pirsî
le bêxudNasnava edebîy le ’ezaxaneyî xema kewtû
ewîş be girye û ah û heniskî ḧesretewe
ḧurûfî mu’cemey em şî’re dwayîyey fermû:
hezar û nosed û sî û heştî fecrî mîladî
hezar û sêsed û penca û ḧewtî hîcrî bû