şêx meḧemedî celal gêřayewe witî mela ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  548 Dîtin

şêx meḧemedî celal gêřayewe witî: mela miḧemedî çirce qeła witî: sałêk çûme ew germyane bo melayetî řemezan. çûme gundî «dirozne», lewê ew řemezane bûm be melay ewan û le małî «şêx ’îsa»y dirozneda bûm. le dîwexanekey ewa nwêj û terawêḧman ekird û paşan legeł xełkî awayîda da’enîştîn we’zêkîşim bo edan û ekewtîne qisekirdin. semawerîş lew lawe dengî ehat, şewçereş çî buwaye eyanhêna. paşan jûrêkyan bo min danabû. ke biławe ekira min eçûm lew jûre enûstim. şewêk lotîyek be meymûnêkewe hate dirozne û ewîş her hate małî şêx ’îsa, xizmetêkî başyan kird û paşan ewîş bo nûstin hênayane jûrekey lay min. herwa danîştibûyn qiseman ekird dû be dû, hêşta xewman lê nekewtibû witî: mamosta naşukirî nebê mesłeḧetekey êmeş wekû ewî êwe bawî nemawe. caran min ke ehatme êre çi îḧtiram û qedrêkyan egirtim, ewete êste xistûmyanete pał cenabit û legeł to da emxewênin!