şêx marfî qeredaẍî hebû lew wiłatî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  532 Dîtin

şêx marfî qeredaẍî hebû lew wiłatî xaneqîne. toze toze derzî be feqêyanîş ewt. feqêyekî xełkî jaweroyş hebû feqê kerîmî naw bû. şêx marf derzî «arşad ali’bad»y pê ewt. leber ewe ke feqê kerîm pirsyar û şitî lê eka (çunke le cwabdaneweda koł bû) her ke egeyştine şwênê ke hestî ewey ikirdaye ewa feqê kerîm pirsyarî lê eka eyut: be xwa feqê kerîm gere kuřî xom, êste řengibê lay xoman xoş bê? ewîş eyut: lay xoman kwêye? eyut: şête nazanî? sine û qeredaẍ. ewîş eyut: bexwa qurban! êste kema zore lewê.