’ezîz xanî serdar le bokan řojêk ḧemam ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  782 Dîtin

’ezîz xanî serdar le bokan řojêk ḧemam qorx eken, zîbaxanî kiçî eçê bo ḧemam. engusîleyekî ełmasî ebê eyda be karekerêkî ke legełya ebê boy hełgirê. karekerîş engusîle enête dirzî ḧemame sardeke û tozê mûy eda be sera bo ewe lêy têk neçê. paşan zîbaxan le ḧemam dête derewe û daway engusîleke ekatewe le karekereke karekereke le bîrî eçê ke le kwê daynawe, eme lêre bwestê.

homerî milekewe hebû le bokan pyawêkî tozê dewłemend bû dirawsêmałî mamosta bû. xełkî hatuçoy małî mamostayan ekird û şityan bo ehênan; baş řay’ebward. małî mamosta ke xercyan ekird ehatewe serî, bełam hî eman hîçî ne’ehate ser. ewey ke heyanbû dwayî hat. jinekey pêy lê kird be kewşya û witî: ebê biçî şit peyda bikey. pyaweş witî: axir afret le kwê bênim? witî: wekû çon mamosta nûşte enûsê û kitêb egrêtewe şitî bo dênin toş wabke. witî: axir min hîç nazanim. jine witî keyfî xote, min şitim ewê. homer be naçarî çû nextê kaẍeze şiřî le naw kołan ko kirdewe pêkyewe dûrî û nawî na kitêb. çû bû le nizîkî ḧemamekey bokana danîştibû eyut kitêb egirmewe.

lew lawe zîbaxan tengî be karekerekey hełçinî bû bo engustîleke, karekerekeş lebîrî nîye engustîle çî lê hatuwe, leber pele pelî û şiłejawî her kirasekey ekate berî û derpêkey lebîr eçê, dest eka be geřan. dête derewe le ḧemameke seyr eka pyawêk kitêbêkî leberdemaye kitêb egrêtewe. eçête lay be qiniçkanewe leber demya da’enîşê pêy ełê: kitêbêkim bo bigrewe bizanim engusîlekey xanim kê dizîwyetî? kabraş xo hîç nazanê, serbarî ewe, leber ewey ke karekereke derpêy le pêya nabê kabra le jêrewe çawî be wanêkekey ekewê, ełê: bexwa daykim le kitêbekeda çawim le hîç nîye tenha kunêk nebê serekey piřyetî le mû!

karekereke eqîjênê û ekewête bîrî ełê: ay bequrbanit bim xoyetî dîmewe. heł’estê eçê engusîleke le kûneke derdênêtewe û eydatewe be zîba xanim. ke dêne derewe lîreyekî ḧeqî kitêbekeş bo homerî milekewe. îtir homer nawbang der’eka û lew řoje be dwawe pareyekî zor eřjê beserya û małî ewan gelê xoştir řay’ebwêrin. ca jinekey pêy ewt: a pyaweke nałêm temełî meke? çawit lêye be dû řoj çon bûyn be mela? homerîş xoy eyzanî kwêy jan eka!