lew sere bêwejnêk hebû kiçêkî hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  723 Dîtin

lew sere bêwejnêk hebû kiçêkî hebû day be şû. xoy bû be pêxesûy. şewê seyrî kird zawa serînêk enête jêr simtî kiçeke û ew eçête lay! emey belawe seyr bû her benawî le la manewey kiçewe çend şewêk mayewe hemû şew seyrî ekird ke wa kabray zawa serînêk exate jêr simtî kiçekey û ew wexte eçête lay. îtir le wizeya nema, ke řoj buwewe le kiçekey pirsî: erê řołe ewe mêrdeket bo çî ew serînet exate jêr? kiçe witî: nazanim daye ełê bew core hemûy eřwa!

jine henaseyekî hełkêşa û witî: ew gořbegořey bawkit sed gurîs kêrî lê dizîwim, of řołe xwa tołey minî lê katewe. ebê êste biçim gořekey piř kem le las!