ger hudhudekey badî seba bê le sebatan

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  4481 Dîtin
ger hudhudekey badî seba bê le sebatan
ger textî suleymanîye eyxate hewatan
dwênê nefesim bû be ’etarxaneyî çînî
hênay ke seba nameyî muşkînî wefatan
lem gułşene ger ḧałî dił û řoḧim epirsin
ey murẍî zimanim şew û řoj neẍmesuratan
dił řoyîwe, bîstûme ełên wa le medîneNava taybet
řoḧ mawe ke bîkem be fîdatan be fîdatan
çawim ke lelam gozeye, eşkim be mesel aw
xoyşim ke lelay êwem ewa bûm be seqatan
sed şukirî xuda çakewe bû xestekey êmeyş
ey dafî’î tîfûsî derûn tozê do’atan
bêxudNasnava edebî ke hetîwî derî ewladî řesûle
nazdare, feramoşî meken to bî xudatan