carêk le suleymanî şêx meḧemedî berzincî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1034 Dîtin

carêk le suleymanî şêx meḧemedî berzincî le mizgewtî gewre we’iz eda, ew řoje kořî we’iz germ ebê. şêx meḧmûdî ḧefîd û sey nûrî neqîbîş le kořekeda ebin. wa řê kewtibû we’zî ew řoje le barey «lut»ewe bû. şêx miḧemed ełê: her kese mindałêkî xirap kirdibê řojî qyamet mindałeke ebestin be gerdenî ew kesewe û ebê bew core leser pirdî sîrat bipeřêtewe!

sey nûrî neqîb ke gwêy lem we’ze bû xuř xuř aw be çawya hate xwarewe. şêx meḧmûd le tenîştyewe bû ke seyrî giryanekey kird witî: xałe seyî megrî toyş ew řoje be pyade namênîtewe! sey nûrî le giryan westayewe û witî: ya şêx! lêreşa waz lem qisane nahênî?!