jinêk hebû mêrdêkî zor naqoła û bizenî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  779 Dîtin

jinêk hebû mêrdêkî zor naqoła û bizenî hebû nawî «şapłinig» bû. řojêk jineke şapłinig heł’egrê û eçête lay qazî şikatî lê eka. ełê: cenabî qazî min leberdest em kabrayeda hîçim pê nakirê û beteng hatûm bedestyewe; řêgayekman bo danê. qazî boyan ebřêtewe le şewê pênc car zyatir neçête lay. şapłinig çar naçar řazî ebê û egeřêtewe.

ke egene ber derga şapłinig egeřêtewe û ełê: bequrban cenabî qazî lêy bipirse bizane ebê be qerz berkuł û merkułî lê bisênim? qazî le jine epirsê û jine ełê: qeydî nîye û eçnewe.

beşêkî şew eřwa û nařwa, jine hełdêt û eřwa bew şewe qapîy małî qazî egrê be kołewe ełê: qurban cenabî qazî natwanim hełî bigirim hêşta beşêkî îmşew neřoyştuwe û ḧeqî pênc şewî be qerz lê sendûm. eme bêcge le berkułî ser êware. qazîş ełê: daykim îşekey êwe pêçewaneye eger pêçewane nebuwaye min xom çarim ekird, bełam êste biřo qerz dû mał awedan ekatewe, eme le ḧedîsî şerîfda heye!