kabrayek hebû ḧacyalîy naw bû xełkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  722 Dîtin

kabrayek hebû «ḧacyalî»y naw bû. xełkî ew wiłatî bałekayetîye bû. hejar kewtibû, be hejarî kewtibuwe sabłax. be êwaran eçû le mizgewtekana destesřêkî řa’exist û be dyaryewe da enîşt bo ewey şitêkî bo bixene ser. le axra be mizgewtî sûr fêr bibû. hemû nwêjî şêwanê eçuwe ewê deste siřekey řa’exist û leber xoyewe eyut: ḧacyałîme, bałekîme, jin mirdye, pek kewtîme, yekê be xêr babî; pîredakê, pîrxuşkêkî hebê, wêm da ḧew piştî deçête beḧeştî!