ełê kabrayekî gulekey bê feře lew wiłatî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  725 Dîtin

ełê kabrayekî gulekey bê feře lew wiłatî «şino»ye boy lwa bû, xoy kirdibû be paşa pîşokî ew wiłate, ne kes hebû qise le řûya bika ne kes eywêra pêy biłê lay çawit kilî pêweye; be kurtî bikuj û bibiř her bibû be xoy. emeş leber ewe bû ke ew xełke wayan ezanî eme le layen xwawe hatuwe û hemû kes ebê milî bo danewênê.

řojê le řojan pyawêkî «bîtûşî» eçête ewê be nawbangî em kabrayewe. temaşa deka em kabraye kabra gulekey wiłatî ewane wa lêre buwe be qeşem şa. lêy eka be hera û be xełkeke ełê: eme hîç nîye û le lay ême şyakeşî pê nařêjin. emca derî eken û her şitêkî des kewtibû eweşî lê estênnewe. bełam kabra ke zanî eger leserî biřwa xiraptir ebê şiřuşatałî xoy pêçayewe û witî:

ta ke hatim bû her hat hatim bû
êste nehatme qisey bêtûşî bo nehatim bû!