le nezanyan pirsî kes û kar û ’eşîretit ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  778 Dîtin

le nezanyan pirsî: kes û kar û ’eşîretit kêye? witî: min xom nawim şeře, bawkim nawî cewre û daykim nawî gunaḧ. birakem zordarî û xuşkekem dûberekî, ḧesadet mamme û zebûnî xałme. hejarî kuřme û temełî û bê kareyî kiçim, wêrane û wêranî nîştîmanme û xizim û kes û karîşim dîlî û jêrdesteyye û pîşem xizmet kirdinî dujmine û sermayeşim derd û azare. hatuçokirdinim kuştin û biřîne û małîşim tarîkîye. xorakim paşmawey xełke û xewm bêhoşîye. bêdarîm mirdine. řojim řeşî, şewm bendîye. diraw û parem kîsey sitemkarane, eger bimdatê pyawêkî nan bide û sexîye, eger neşî da pyawêkî ’adil û bedade; dyare minîş bendey ew kesanem!